Xemcivîn romanek bi navê "Zêro" derxist

Xemcivîn romanek bi navê "Zêro" derxist

RojavaNews :Nivîskarê Kurd yêbi navê Ezîz Xemcivîn yekemîn roman bi navê "Zêro" derxist.

Derbarê vê romanê de, Ezîz Xemcivîn wiha ji rojnameya Kurdistan re got": Romana Zêro ji 125 rûpelan pêk tê, hêj ez li Imarata Erebî bûm min destpêka wê nivîsandibû, lê piraniya wê li bajarê Hesekê min nivîsand û li wir bidawî jî kir. Romana "Zêro" bi çend xêzan naveroka wê nayê bersivê, lê dikarim bibêjim ko "Zêro" ezmûneyeke jiyana piraniya civaka me ye.. "Zêro" xwe ji  bayê welat têr jiyan kiriye, çavên wî bi pey Roja ku li Zeviyên welat hiltê herdem dizîvire".

Xemcivîn axaftina xwe wiha berdewam kir ûhestên xwe derbarê nivîsandina vê romanê anî ziman:" Hest nayên Ziman ez çi berhemê binivîsînim û bidawî bikim. Çi ew Helbesta kurt be an Roman be, gava mirov ji jiyanê hez bike, ji Zayînê jî hez dike."

Berî vê romanê pênc pirtûkên Xemcivîn çapkirî hene:

- (Alfabêya Kurdî) 1990 Şam .

-Zindana Piçûk     Helbest2005 Dubey.

- Pejal  Helbest 2006 Dubey .

- Jiyana Mele Ehmedê Palo (wergerandin) Beyrût .

- Gotinên Pêşiyan (Pend) 2011 Silêmaniyê .Û Gelek pirtûkên wî ji bo çapê jî amadekirî hene.

Almanya-Fîras Ekrem