Narîn di klîba xwe ya nuwe de bû ‘Polîsa Kurdistanê’

Narîn di klîba xwe ya nuwe de bû ‘Polîsa Kurdistanê’

Rojava News: Hunermenda kurd Narîna Kurdî vê carê klîbek li ser polîs çêkiriye û navê wê jî daniye “Polîsa Kurdistanê”.

 

Klîba nû ya Narîna Kurdî bi navê “Polîsa Kurdistanê” derket. Di wê klîbê de Narîn rola polîsekê dilîze.

 

Klîba nû ya Narînê ji aliyê Şorişvan Sidîq Şêro ve hatiye çêkirin. Şêro ji Rûdawê re got, berhema vê carê ya Narînê ji berhemên wê yên din cudatir e çimkî berhema nû li ser polîs û ewlehiya Kurdistanê hatiye çêkiriye.

 

Şêro da zanîn, wêneyên klîbê li bajarê Hewlêrê hatine kişandin û Narîn jî di klîbê de rola polîs dilîze û behsa westandina polîsên Kurdistanê dike.