Hunermed Deşnê zarokên kempan fêrî zimanê Kurdî û Îngilîzî dike

Hunermed Deşnê zarokên kempan fêrî zimanê Kurdî û Îngilîzî dike

Rojava News :Deşnê Murad ew keça sitran bêj û niha  bi rêka hunerî nîzîkî zarokên penaber dibin û zarokan fêrî zimanê kurdî û îngilîzî dike.

Deşnê di pirogramekî telfezonî de li ser kenala Rudaw wiha got : "Ez bixwe penaber bûm û halê penaberyê dizanim lewma min divêt ez xwe nîzîkî penaberan bikim dago bikarim bidirustî alîkariya wan bikim û taybet zarokan ji ber ku zarok yê bê rêke û bê gonehên, ji ber vê yekê min pertukxaneyekê biçûk m dinava kempeka Behrêkê ya bi ser Hewlêrê ve vekir û têda wê zarok fêrî zimanê kurdî û îngilîzî bibin, ji ber ku zarokên kempan pêtivî wan bi van zimanan heye".

Navborî lêzêde kir ku eger derfetê bidin wê, wê di heyama mehekê de li hemo kampan vê karî bike.

Herweha Deşnê li ser çawaniya pêşwazîkirina wê ji aliyê penaberan ve dema ku ew diçe kampan wiha anî ziman" di sala 2013 ez çum kampa Domîzê ya penaberên rojavayê Kurdistanê û zarokê wê kampê tevlî rewşa penaberiyê ya nexweş pêşwaziyek germ li min kirin, ez bi rastî destê dayikê wan maç dikim".

10:44:00