Burhan Hiso: Helbesta kilasîk bingeha helbesta Kurdî ye

Burhan Hiso: Helbesta kilasîk bingeha helbesta Kurdî ye

RojavaNews :Helbestvan Burhan Hiso di vê hevpeyvîna xwe de behsa wê yekê dike ku helbesta kilasîk di dema niha de bêhtir tê nivîsandin, lê divê em berê xwe bidin helbesta nûjen jî.

*Burhan Hiso kî ye?  Ez di 10ê Nîsana  sala 1966an  li gundê Bîrziravê jidayik bûme ku ew gund bi ser Amûdê ve ye, niha li bajarê Amûda bavê Mihemed dijîm û li wir herdem dimînim. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe yê nav borî temam kiriye û ya navendî û Bekelorya jî li Amûdê xwendiye, û niha ez mamoste me li dibistaneke bajêr.

 *Tu bêhtir çi dinîvîsîne? Ez helbesta nûjen û kilasîk dinivîsînim, her wiha helbest û sirûdên zarokan, helbesta Hayko ku ewa bi kurt tê naskirin, çîrok bi taybet çîrokên zarokan, şano ku ew jî taybet bi zarokan e.

Min Helbesta kilasîk nivîsî ji ber ku bandora helbestvanên me yên kilasîk pir li min bûye, mîna Cegerxwîn,Tîrêj,Seydayê Keleş, Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî, Siyapoş, lê ji ber ku helbest li cîhanê tevî bi şêweyê nûjen hat danîn, me jî xwest em helbesta Kurdî bi şêweyê nûjen jî binivîsînin, û di warê helbesta nûjen de bandora Şêrgo Bêkes pir li min hebû.

Dema ez 20 salî bûm, min dît bê pirtûkxaneya Kurdî gerekî helbest û sirûd û çîrokên zarokan bû, min ji bo  zarokan helbest û çîrok û sirûd nivîsîn, û her wiha min çîrok ji mezinan re jî nivîsandine, ew jî di baweriya min de ji dewlemendiya foloklor û kevnetora Kurdî bû. 

Helbesta kilasîk çawa dibînî?

Helbesta Kurdî ya kilasîk bingeha helbesta Kurdî ye, îro pir tê nivîsandin. Û wê hîn jî kilasîk bê nivîsîn ji ber sitrana Kurdî û toreya Kurdî û civaka Kurdî pir bandorê lê dike.

Bandora kê li ser te hebû? Her ye ji helbestvanê nemir Cegerxwîn, Siyapoş, Şêrgo Bêkes, Tîrêj, Keleş, Ehmdê Xanî û Melayê Cizîrî.

Çend berhemên te hene? Deh berhemên min  hene, lê mixabin çap nebûne, her deh amade ne ji çapê re.

Çi pêwîste ku pirtûkxaneya Kurdî zengîn bibe? Nivîsandin û belavkirina kevnetor û foloklorê Kurdî her wiha guhdan û pêşxistin û azadkirina rojname û çapemeniya Kurdî. Nivîsînên ji bo zarokan Wek helbest û surûd û çîrokan bêne çêkirin da ku ew pirtûkxane zengîn bibe.

Can Amûdê