Keçeke kurd dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şahciwan

Keçeke kurd dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şahciwan

Rojava News: Keçeke kurd ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Leyla Çupanî, di festival hilbijartina şahciwana “Miss Grand International” li welatê Tayland de beşdar bûye.

Leyla Çopanî ya 23 salî, ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li welatê Swêdê dimîne û li Dubei karê faşyonê dike.

Wê keça kurd ragihand: “Ez bi navê kurdistanê di vê merasimê de beşdar bûme.”

Merasima hilbijartina şahciwana Miss Grand International salane li welatê Tayland birêve diçe. Par jî keçekî kurd bi navê Daliya Hesen têde beşdar bû, lê ti nasnavek bi dest ne anî, lê niha Leyla Çupanî di nava 20 keçên dawî de ye.

Îsal keçên welatên: Îsraîl, Tayland, Spaniya, Flipîn, Brîtanya, Fransa, Amerîka, Kurdistan û gelek welatên din jî tê de beşdar in.