Rojava News: Kurte filma derhênerê Kurd Rafed Cerrah ya bi navê Cengo û Mengo (Jengo and Mango) kete nava lîsteya Phoenix Film Festival Melbourne a Awûstûralyayê.
Li gor nuçeya daketiye ser malpera Basnewsê; Kurte filma anîmasyonî ya derhênerê Kurd Kurd Rafed Cerrah ya bi najê Cengo û Mengo (Jango and Mango) kete nava lîsteya Phoenix Film Festival Melbourne a Awûstûralyayê ku dê meha mijdarê de destpê bike.
Kurte filma Cengo û Mengo behsa sere Kurdan ya li dijî DAIŞ’ê dike. Film 6 xulek û 30 çirke ye. Beriya niha jî li çendîn festivalan de beşdarî kiriye. Film jiber ku li Almanya hatiye amadekirin, bi nave vê welatê beşdarê festîvalan dibe.