Hunermendekî Efrînê koça dawî kir

Hunermendekî Efrînê koça dawî kir

Rojava News: Hunermendî herî navdar li bajarê Efrînê , Hec Nasr, duh koça dawî kir, Hec Nasr bibû nîşana parastina filklora Efrînê û li her dawatekê hebû, û di 1969an, Hec Nasr endamê yekemîn koma filklorî li Efrînê ku hatbû avakirin, bû.

Di van çend salên derbasbûyê de ji ber temenê wî yê dirêj nikarîbû weke berê kar bike, ji ber vê jî zarokên wî şopa wî di parastina filklora kurdî ya herêma Efrînê berdewam kirin.

Nalîn Hesen