Rojava News: Îsal cara 6an Festîwala Fîlmên Yilmaz Guney tê lidarxistin. Festîwal bi piştevaniya Şaredariya Batmanê ji aliyê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve di navbera rojên 16-20ê Çileya pêşî de wê bê lidarxistin.
Îsal di şaxa fîlmên kurt de 80, di şaxa senaryoyê de 12 fîlman serî li festîwalê da. Juriya pêşî 10 fîlmên kurt, 5 jî senaryo ji bo nirxandina desteya hilbijêran sereke pêşkêş kir. Di nava van berheman de yên ku ketine nava 3 berhemên pêşî wê xelatê werbigrin.
Festîwal di 15ê Çileya Pêşî de bi galaya fîlman dest pê dike. Danek a îsal ya festîwalê weke ‘Gelê ku li ber xwe dide û sînameya berxwedêr’ hate bijartin. Di şeva şahîneta destpêkirinê de wê fîlmê Yilmaz Guney yê bi navê ‘Dîwar’ bê nîşandan.
12:35:09
