6 sal ser mirina helbestavan Yûsivê Berazî derbas bûn

6 sal ser mirina helbestavan Yûsivê Berazî derbas bûn

Rojava News: 6 sal ser mirina helbestvanê navdarê kurd Yûsivê Berazî derbas bûn. Helbestvanê ji Kobanî gelek awaz û gotin dane hunermendên navdar wek Mehmûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û çend kesên din.

Helbestvanê kurd Yûsivê Berazî ku kokên wî vedigerin navçeya Kobanî, di sala 1931ê de li gundê Tilcircê li derdora Helebê ji dayik bû û di sala 1956an de li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bicî bû û heta dawiya jiyana xwe li wir jiya.

Yûsivê Berazî di xortaniya xwe de Seydayê Cegerxwîn nas kir û ket bin bandora wî, herwiha bi rêya Reşîdê Kurd fêrî rêzimana Kurdî bû û ji bilî Kurdî, bi Erebî, Farisî û Tirkî jî zanibû. Di xewna xwe de Feqiyê Teyran dibîne û li ser şîreta wî navê xwe dike Bêbuhar çimkî heta niha buhara gelê Kurd pêk nehatiye û Kurd negihîştine rizgarî û serxwebûna xwe.

Bêbuhar dengxweş û hunermend jî bû. Û wî gelek awaz û gotin dane hunermendên navdar wek Mehmûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û çend kesên dîtir. Bi taybetî helbesta wî Hebs û Zindan deng da ku wî di salên şêstî ji sedsala borî de di zindanên Sûriyê de û li jêr îşkence û lêdanê bi darikên şixatên li ser dîwarên zindanê nivîsandibû.

Bêbuhar li ser şêwaza klasîk dinivîsand û di helbestên xwe de behsa evînî, welatparêzî, hişyariya milet, êş û azarên gelê xwe û serxwebûna Kurdistanê dikir. Bêbuhar di navbera salên 1988 heta dema wefata xwe 5 dîwanên çapkirî li pey xwe hîştin bi navê: Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn Pêşketin. Bêbuhar ewqasî dilsoz û wefadarê nivîs û pênsa xwe bû ku jib o çapkirina dîwaneke xwe xaniyê xwe firot.

Bêbuhar di 15.01.2009an de ji ber nexweşiyeke giran wefat kir û li bajarê Serê Kaniyê hate veşartin. Ev helbest jî mînakeke ji helbestên evîndarî yên Bêbuharê nemir.

13:45:04