Kurê Adilê Hiznî dê albomeke bavê xwe bi dengê xwe bêje

Kurê Adilê Hiznî dê albomeke bavê xwe bi dengê xwe bêje

Rojava News: Hat zanîn ku dê Vîndar Adilê Hiznî yê ku niha li welatê Nêmsayê dimîne, û ew jî mîna bav û bapîrê xwe Hiznî sitranbêje, albomeke bavê xwe hunermend Adilê Hiznî temam bike û bi dengê xwe bibêje. Ku biryar bû Adil ew albom bi alîkariya Vîndar tomar kiriba, lê qederê nehişt ev yek biçe serî û çû ber dilovaniya Xwedê.

 Li ser vê yekê Vîndar Adil Hiznî ji Rojnameya Kurdistan re got; tevî ku ew bi xemgîniyê hest dike dema sitranên bavê xwe dibêje, lê da zanîn ku ewê li ser rêya bavê xwe bimeşe, û dê alboma wî jî temam bike.

Vîndar behsa albomê kir û daxuyakirin ku ew albom ji grûpek sitran pê tê, ku evînî û netewî li xwe vedhewîne, û dê ewê sitrana bi navê "Bi Xêr Hatî" bibêje ku li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.

 Dema ku sitranbêj sitraneke kesekî delalî li ser dilê xwe dibêje gelo hestî wî dê çi be, Vîndar bersev vê pirsê da û got;dema ku sitarneke hunermendekî mezin wek Adilê Hiznî dibêjim hestekî bêhemba ye, ji ber ku wî min fêrî mûzîk û sitranan kiriye.

Vîndar Adil Hiznî bavê du zarokan e, ku ji zaroktiya xwe ve li ser destê bavê xwe fêrî mûzîk û sitranbêjiyê bûye, û ev çend sal in li Nêmsayê ahengan lidar dixe.

Hunermendê Kurd Adilê Hiznî bavê Vîndar di 24-4-2014an de li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê, temenê 59 salî bû.Û gelek sitranên Kurdî foloklorî û netewî pêşkêşkirine, û navdartirîn hunermendê "Dîlana Milanî" mebest Kurmancî bû.

Rodî Xelîl-Nêmsa

13:05:24