Piyanîstê Sûriyeyî serkeftin bi dest anî!

Piyanîstê Sûriyeyî serkeftin bi dest anî!

Rojava News: Piyanistê Sûriyeyî Tambi Cimuk ku ji ber şerê navxweyî reviyabû Tirkiyê beşdarî pêşbirka Mozart ya navnetewayî li Gurcistanê bû û di piyano da yekem derket,

Piyanistê Sûriyeyî Tambi Cimuk di pêşbirka Mozart ya Navneteweyan li Gurcistanê de di enstrumentalan de di nava giştî de bu 3.mîn û di beşa Pîyano de jî dereceya yekemîn bi dest anî.

Di wê derbarê de şaredariya mezin ya bajarê Bursa yê got bi serkeftina Cimuk em xweşhalin.

Tambi Cimuk dibêjê ji niha pêde ezê ezmuna xwe  perwerda akademîkî bidomînim.

Tambi aniha xwe ji konserta 1ê Reşemeha (Sibatê) ku wê ji aliyê UNESCO ve li Parîsê bê çêkirin amade dike.

13:05:51