Derhênerekî Kurd bû "baştirîn" ê Îranê

Derhênerekî Kurd bû "baştirîn" ê Îranê

Rojava News: Derhênerekî Rojhilatê Kurdistanê xelata baştirîn fîlimê dekumênterî li Îranê wergirt.

Di çarçoveya Festivala Navdewletî ya Fecir li Îranê de, dekumênteriyê bi navê (A157) ku behsa serpêhatiya keçên Kurd ên Êzdî dike, hat pîşandan.

Rêveberê Sînemaya Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Emîn Muradî derbarê mijarê de got: “Fîlimê (A157) xelata baştirîn fîlimê dekumênterî li Festivala Fecir, bidest xist.”

Fîlimê (A157), nûtirîn berhema derhênerê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Bêhroz Nûranî ye.

Ji bilî fîlimê wî derhênerê Kurd, 2 fîlimên din jî hebûn ku hevrikî li ser xelata baştirîn fîlimê dekumênterî li Festivala Navdewletî ya Fecir dikirin, lê Nûranî karî bi fîlimê xwe wê xelatê bidest bixe.

Bêhroz Nûranî bi rêya wî fîlimî, karî beşek ji tawanên çekdarên DAIŞê yên li dijî keçn Kurd ên Êzdî pîşan bide, bi rêya nîşadana çîroka 3 keçên ku ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bûne.

12:56:03 PM