Li Swêdê fîlmekî Kurdî bi navê ‘Hêvî’ hat çêkirin

Li Swêdê fîlmekî Kurdî bi navê ‘Hêvî’ hat çêkirin

Rojava News: Derhênerê Kurd Zanyar Fetah li Swedê fîlmek bi navê “Hopp” (Hêvî) çêdike.

Li gor hatiye ragijandin;  “Di fîlmê de em behsa çîroka xortekî bi navê Hogir ku Kurd e, dikin. Hogir ji Swêdê daxwaza mafê bicîbûnê dike, lê dewlata Swedê daxwaza wî red dike û piştî wê yekê çend bûyerên xirab bi ser wî de derbas dibin, lê dîsa jî ew bi hêvî nabe.”

Rexnegirê Swêdî Tomas Enderson jî destnîşan kir ku fîlmên kurdî li Ewropayê têne ecibandin.