Helbestvanê kurd Hikmet Mela Yasîn wefat kir

Helbestvanê kurd Hikmet Mela Yasîn wefat kir

12:09:13

 

Rojava News: Helbestvanekî kurd ê Kurdistana Başûr ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Helbestvanê kurd Hikmet Mela Yasîn, duh li bajarê Akrê yê Başûr jiyana xwe ji dest da.

Hikmet Mela Yasîn, demek dirêj bû nexweş bû û di temenê 61 salî de wefat kir.

Helbestvan Hikmet Mela Yasîn, sala 1955 li bajarê Akrê ji dayîk bibû. Gelek helbestên wî ji aliyê hunermendê navdar Tehsîn Taha ve bûne stran. Yek ji helbestên herî navdar ên Hikmet Mela Yasîn, strana bi navê “Dadê Ezê Dicengim” e ku ji aliyê hunermendê wefatkirî Erdewan Zaxoyî ve hatiye gotin.