‘Şîretbêj’ a Celadet Alî Bedirxan derket

‘Şîretbêj’ a Celadet Alî Bedirxan derket

22:48:29

 

Rojava News: Weşanxaneya Avestayê vê carê ji kaniya ziman û edebiyat û bi giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên folklorê “Şîretbêj” amade kir:

Weşanxaneyê berî vê berhevokê bi navê “Stranvan” berhevokeke din çap kiribû, bi Şîretbêj re berhevkirin/kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe.

Berhem ji sê beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk bi “Gulistan”  “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek” hatiye bi nav kirin.

Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne.

Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, Avestayê xwest di vir de bi cih bibin.

Weşanxaneya Avesta, hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan, bi awayekî tematîk ji nû ve diweşîne.