Sînemakara Rojavayê Kurdistanê xelateke navdewletî stand

Sînemakara Rojavayê Kurdistanê xelateke navdewletî stand

10:59:20

 

Rojava News: Sînemakareka ji Rojavayê Kurdistanê, Evîn Berazî xelata baştirîn fîlma enîmeyşin a Festîvala Navdewletiya Fîlm a Skandînaviya ya li Finlandayê wergirt.

Navê fîlma Evîn Berazî Streeng Over e ku behsa gendeliya desthilatên dîktator û bandora wê desthilatdarê li ser jiyana welatiyên dike.

Wêneya sereke ya vîdyoya fîlmê bi awayekê ye, ku wêneyê dîktator di fîlmê de xwar derdikeve û ti kes cesaret nake wêneyê rast bike û her kes neçare ku xulametiya kesê dîktator bikin.

Her di heman fîlmê de ew hizir jî tê nîşandan ku eger xelk biryarê bidin, dikarin ne tenê wêneyê xwar ê dîktator rast bikin, lê belê dikarin desthilata wî jî birûxînin.

Çîroka fîlmê ji aliyê karîkatorîst Cewad Murad ve hatiye nivîsandin û Evîn Berazî jî derhêneriya wê fîlmê kiriye.