Rolf de Heer: Sinemakarên Kurdî bi bê xemî rexne kir!

Rolf de Heer: Sinemakarên Kurdî bi bê xemî rexne kir!

13:11:13

 

Rojava News: Derhênerê navdar ê Avûstûralyayî Rolf de Heer,sînemakarên kurd bi “bêxemiyê” rexne kir.

Rolf de Heer ku di 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de serokatiya komîsyona hilbijartinê dikir, ji Rûdawê re axivî.

Derhênerê navdar diyar kir ku sînemakarên kurd di mijara bikaranîna çîrok û serpêhatiyên li Herêma Kurdistanê de bê xem in û got:

“Ji bo sînemayê bi hezaran çîrokên bihêz û baş hene. Sînemakarên kurd dikarin ji wan sûdê werbigrin. Ji bo kurdan li cîhanê bidin nasandin, fîlmên bihêz amade bikin.”

Rolf de Heer daxuyand ku çîrokên fîlman tev dişibin heve û wiha berdewam kir:

“Ji bo nivîsandina senaryoyên baş bê xem in. Eger ew nekin, ti kes vî karî bo wan nake.”