Ji stranbêja ereb klîba ‘Pêşmerge

Ji stranbêja ereb klîba ‘Pêşmerge

10:22:15

 

Rojava News: Stranbêja Lûbnanî Hesna Meter bi zimanê erebî klîbeke bi navê “Pêşmerge” amade kir.

Awazdanerê stranê Helkeft Zahir ji Rûdawê re got: “Awaza strana Pêşmerge ya min e lê gotin yê helbestvanê navdar ê Iraqî Kerîm e.”

Derbarê klîbê de stranbêj Hesna Meter jî got: “Ez Kurdistanê weke welatê xwe yê duyemîn dibînim. Hêza Pêşmerge jî weke hêza xwe dibînim. Ji ber vê yekê jî pir dilxweş im ku min ev stran ji bo wan gotiye. Wan di şerê DAIŞê de serkeftinên mezin tomar kirine.”