Li Lozanê konsêrta Şiwan Perwer û Hewlêrê

Li Lozanê konsêrta Şiwan Perwer û Hewlêrê

12:00:53

 

Rojava News: Hunemendê navdarê Kurdistanê Şiwan Perwer û stranbêja kurd Hewlêr bi hev re li bajarê Lozan ê Swîsê konsêrtekê saz kirin.

 

Stranbêja kurd, Hewlêr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Min û hunermendê mezinê kurd Şiwan Perwer, me bi hev re li Lozanê kosertekê li dar xist. Gelek kesên kurd û biyanî li konsêrtê amade bibûn.”

 

Hewlêrê got, wê di konsêrtê de bi Şiwan Perwer re duet kiriye û wan bi hev re stran gotine.

 

Hewler diyar kir, ku bo cara yekem di wê konsêrtê de hinek stranên wê rastî eleqeyeke germ a xelkê hatin.

 

Stranbêja kurd ji Rûdawê re tekez kir, ku di çend rojên dahatî de jî ew dê li çend welatên din ên Ewroapyê jî konsêrtên mûzîkê saz bike û piştre dê vegere Herêma Kurdistanê.