12:47:38
Rojava News: Çalakiyên gera 13emîn ya Festîvala Nêvdewletî ya Filman a Dubeyê bi dawî bûn û filma derhenêrê kurd Husên Hesen ya bi navê "Rêşeba" xelatê baştirîn filmê drêj wergirt
Yek ji gringitirîn xelata 13emîn ya Festîvala Nêvdewletî ya Filman a Dubeyê, xelatê Mîhra Erebî bû, ku ji bo filmên dirêj tê terxankirin. Îsal ev xelat bû para sînemaya kurdî û derhênerê kurd Husên Hesen bi fîlma Reşeba, ev xelat wergirt.
Filma Reşeba yekemîn car di vekirina Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de hate nîmayîşkirin. Lê film rastê nerazîbûna hemwelatiyên kurdên êzidî hatibû.
Çîroka vê filmê behsa keçên kurdên êzdî dike. Piştî hatina DAIŞê nexweşî û karesatên bi serê wan de hatine, tê nîşandan.
13emîn ya Festîvala Nêvdewletî ya Filman a Dubeyê roja 7ê Kanûnê dest pê kir û heta 14ê Kanûnê berdewam kir.
