Rojava News: Navenda Çand û Huner a Vejînê li bajarê Merîwanê yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê di rêûresma Şeva Yelda de Xelata Zêrîn da hunermenda Kurd a Xorasanê Yelda Ebbasî.
Li gorî agahiyên malpera Kurdistanmediayê Navenda Çand û Huner a Vejînê bi beşdarbûna gelek nivîskar, wêjevan û kesayetên navdar ên Kurdistana Îranê û bi beşdarbûna gele bajarê Merîwanê li holê Sînema Kurdistanê ya li bajarê Merîwanê rêûresma Şeva Yeldayê lidar xist.
Hat diyar kirin ku navendê di şeva rêûresmê de xlelat jî belav kirin û Xelata Zêrîn a îsal ji bo hunermenda Kurd a Xorasanê Yelda Ebbasî hat dayîn.
Xelat ji aliyê dîroknasê navdar ê Kurd Kelîmûllah Tewhîdî Kanîmal ve hat dayîn. Navenda Çand û Huner a Vejînê li bajarê Merîwanê yê Eyaleta Kurdistan a Îranê xebatên xwe dimeşîne û her sal ji bo Şeva Yeldayê Xelata Zêrîn belav dike.
