Stranbêja libnanî Kurd hêja ne ez straneke kurdî ji wan re bibêjim

Stranbêja libnanî Kurd hêja ne ez straneke kurdî ji wan re bibêjim

Rojava News: Stranbêja libnanî Layal Aboud dibêje, ew dixwaze straneke kurdî bibêje û miletê kurd hêjayî wê yekê ne.

Stranbêja navdar a libnanî Layal Aboud gotiye: “Ez dixwazin straneke kurdî bibêjim. Ez dixwazim gotin û awaz a hunermendên kurd bin. Miletê kurd hêjayî vê yekê ne.”

Layal Aboud wiha domand: “Min di albûma xwe ya nû de 16 stran amade kirine. Di nav wan de melodiyên libnanî, misrî, iraqî, fasî û yên welatên Kendavê hene. Stran ji aliyê bestekarên navdar ên ereb ve hatine amadekirin. Ez vê albûmê diyariyê hemû hezkirin xwe dikim.”

Stranbêja libnanî destnîşan kir ku ew di dixwaze di zûtirîn dem de serdana Herêma Kurdistanê jî bike û wiha pê de çû: “Min li ser laşê xwe 4 deqên cuda çêkirine. Ez gelek ji deqan hez dikim.”

Aboud herwiha got kurd mileteke pêşketiye û ew hez stranên kurdî dike.