3 hunermendên Rojava û Başûr, sirûda "Kurdistan"ê xwandin

3 hunermendên Rojava û Başûr, sirûda "Kurdistan"ê xwandin

2:16:46 PM

RojavaNews: 3 hunermendên stranbîj ên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê di karekî hevbeş de sirûda Kurdistan amade kirinو û bo cara yekem bi rêya Rûdawê belav dikin.

2 hunermendên Rojavayê Kurdistanê û hunerendek ji Başûrê Kurdistanê bi hev re karekî hevbeş ê hunerî kirine û sirûdek bi navê Kurdistan tomar kirine.

Biryar e berhema her 3 hunermendên stranbêj bo yekemîn car bi rêya Rûdawê were weşandin.

Hunermend Şivan Cizîrî û Rûken Silêman ji Rojjavayê Kurdistanê û hunermend Samî Koçer ji Başurê Kurdistanê di wê karê hevbeş de beşdar in.

Teksta sirûda Kurdistan ji aliyê Şivan Cizîrî hatiye nivîsandin û bi gotina wan hunermendan, ev sirûd bo piştevaniya li Hêza Pêşmerge hatiye tomarkirin.

Stranbêj Samî Koçer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ev berhem peyameka dilxweşker e ji bo dayikên şehîdên Kurdistanê û herwiha çêkirina pêwendiyê di navbera hunermendên her du parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.