Stranbêja amerîkî Beyonce tê dadgehkirin!

Stranbêja amerîkî Beyonce tê dadgehkirin!

00:49:32

 

Rojava News: Stranbêja navdara amerîkî Beyonce, di strana xwe ya bi navê “Formation”ê de dengê stêrkê YouTubeê, Anthony Barre bi kar anîbû. Li ser wê yekê mîratgirên Anthony Barre li ser Beyonce doz dan destpêkirin.

Anthony Barre ku bi navê “Messy Mya” dihate zanîn, di sala 2010an de li taxa mala xwe hatibû kuştin.

Ji ber ku Beyonce dengê Anthony Barre bêyî ku destûr bigire di strana xwe de bir kar aniye, mîratgirên Barre di derheqê Beyonce de doz vekirin û 20 milyon dolar tezmînat dixwazin.

Doza ku li dadgeha bajarê New Orleans hatiye vekirin, li dozê ji xeynî Beyonce navên derhênerê klîbê, nivîskarê gotinên stranê û şîrketa Warner Music Group (WMG) jî derbas dibe.

Li ser vê mijarê, hîn ji Beyonce û WMG daxuyaniyek nehatiye.