Rêwitiya çiyagerên çar aliyan li çiyayê Helgûrtê!

Rêwitiya çiyagerên çar aliyan li çiyayê Helgûrtê!

02:13:37

 

Rojava News: Ji çar aliyên welat çiyagerên kurd bihevre hilkişiyan ser çiyayê Helgûrtê ku çiyayê herî bilind yê li Herêma Kurdistanê ye.

Piştî rêwitiyek du rojan Koma çiyagerên Çiyayê Helgûrtê û Federasyona Çiyagerên Kurdistanê, çiyagerên herçar parçeyên Kurdistanê li Çiyayê Helgûrt kom kirin.

Berpirsê Koma Çiyagerên Helgûrt Salar Çûmanî jî di nav de gelek çiyagerên ji çar aliyên bajarên kurdan bi giştî 53 kesan hilkişiyan ser çiyayê.

Çiyayê Helgûrt xwedî rêzeçiyayên herî bilind ên Hesarûse û dikeve nav sînorên bajarokê Balekayetî yê girêdayî qezaya Çûman a bi ser Hewlêrê ve ye.

 Çiyayê Helgûrtê 3 hezar û 607 metre ji bahrê bilindtir e. Her wiha Helgûrt çiyayê Herêma Kurdistanê yê herî bilinde jî.