Şeva Oscarê: Xelat geheştin xwediyên xwe!

Şeva Oscarê: Xelat geheştin xwediyên xwe!

01:56:29

 

Rojava News: Şeva xelatdayîna Oscarê ya cara 89an ku ji çar aliyên cîhanê ve bi heyecan dihate çaverêkirin, şeva borî pêkhat. Peyv û protestoyên li hemberî serokê nû yê Amerîkayê Donalt Trump mohra xwe li şevê dan.

Mahershala Elî bû yekemîn lîstikvanê misilmanê xelata Oscarê wergirt. Seramoniya xelatdayîna Oscarê li eyaleta Los Angelesê li avahiya şanoxaneya Dolbyê pêk hat. Cara yekemîn lîstikvanê misilman Mahershala Elî xelata lîstikvanê herî baş yê alîkar wergirt.

Xelata fîlmê herî baş, dê moongliht wergirta lê bi xeletî bangî bi berhema mûzîkal ya binavê La La Landê kirin. La la Land 6 xelatên cuda wergirt. Derhênerên herî baş yên Oscar ê La la Land û Damien Chazelle wergirtin.

Pêşkeşvanê seramoniyê Jimmy Kimmel di axaftina xwe de got:"Ji ber desthilatdariya nû ya Amerîkayê ji aliyê 225 welatan ve em bi dileke nexweşî tên temaşekirin.

Ashgar Farhadî derhênerek îranî bi fîlmê xwe yê binavê ferûsende xelata xwe wergirt. Farhadî ji ber ku qedexeya Trump protesto kir neçû Amerîkayê.

Farhadî peyamek ji şevê re şand û di nameya xwe de lêborîna xwe ji beşdarên şevê xwest. Farhadî got:"Îro em bi aweyekî kategorîk ji hevdû hatine veqedandin ev xetereyek mezin e ji bo hunermendiyê û mirovahiyê. "