TANGO MED: DI HEVKÊŞEYA AZADÎ Û EWLEHIYÊ DE

TANGO MED: DI HEVKÊŞEYA AZADÎ Û EWLEHIYÊ DE

“HER TIŞT BI AZADIYÊ DEST PÊ DIKE”

CIWANMERD KULEK

 

ROJEKE SAR Û HEVDÎTINEKE PIŞTÎ SALAN

25ê Kanûna Paşîn (Rêbendan), piştî nîvro seqemeke dijwar çêdibe. Di du deqeyên ku destê xwe ji berîka xwe derdixim bo ku ji xwe re ciyekî veqetînim di dormîşa bo Diyarbekirê de, destê min tê ku biqerise.  Qasek şûn de, gava dormîşa Bismil di nav mijekê re berev Diyarbekirê diçe berfeke hûrik dest pê dike. Di kûçeyên bê deng, ji her demê bêdengtir, ên navenda bajêr de li ciyekî digerim ku rûnêm û qehweyeke germ vexwim. Li sikaka ku heta du sê sal berê gelekî şên û qelebalix bû, dikevim cafe-bareke ku hingê me tê de cî nedidît ku rûnên. Hundir vikîvala bû. Piştî demeke kin ez ê ji wir biçûma ciyê hevdîtina xwe. Ne dûrî wir bû. Lê dilê min bi tep û rep bû. Ne serwext bûm ku eger wê hewa û seqaya mirî û dilteng a bajêr bi ser wir de jî girtibûya ê sohbeta me rengekî çawa wergirta.

Saet texma 6an ji wê cafeyê rabûm. Berfa qandî tûkekê ser repinên (giyayên) nava kûçê girtibû sermaya hişk şikandibû û dinya hinekî germtir bûbû. Min berê xwe da ciyê Tango Medê ê li qatê dawî ê avahiyeke heft qatî. Ciyê wê yê berê jêrzemîna Diyar Galeriayê bû; ji binê erdê berev asîmanan: işareteke xweş bû! Di destpêka romana Defterên Perrîdankan (2014) de, rojnamevanekî ku ji Stenbol tê bo ku serdaneke siyasî a li Diyarbekir bişopîne û derheqê wê de ji weşaneke biyanî re binivîse, rojekê riya wî bi wê avahiya Galeriayê dikeve û li wir bi berpirsiyarê weşanxaneyekê Kurdî re hevpeyvînekê dike. Rewş dîsa wiha ne xweş e, mij û dûmana dubendiyan dinya dagir kiriye û weşanxaneya Kurdî ji ber derfetên xerab ê were girtin. Wê rojê, li wê derê, rojnamevanê me li Tango Medê rast tê, û bi maestroyekî mîna Kemal Ciwan Işık re li ser piyan çend gotinan ji hev re dikin. Dawiyê ev maestro ji lehengê me dixwaze ku dema careke dî hat Amedê teqez were wan jî bibîne.  Di rê de xwe wek wî lehengî his dikim. Ez jî ji Stenbolê hatime û roja berê min bi berpirsiyarên pirtûkxaneyekê (ne weşanxane!) re hevdîtinek kiribû bo rojnameyê. Dîsa ji wê pêjnê xelas nabim ku jiyan piştî edebiyatê tê û ez ne nivîskarek im ku tiştên ku dijî dinivîse, lê nivîskarek im ku tiştên ku dinivîse dijî.

Piştî çar salan ev cara yekê bû ez diçûm vê dibistana Tangoyê û Navenda Hunerê a ku Kemal Ciwan Işık û Sevgi Almış bi hev re berî niha bi salan ava kiribûn û hê jî bi rê ve dibirin. Mîna li ciyê wan ê berê ê li Diyar Galeriayê, li ber deriyê vî ciyê nû jî selikeke galoşên plastîk hebû. Min jî cotek galoşên şînik di ser pêlavan re xistin pê û ketim hundir. Li aliyê çepê ê deriyê hundir refeke tije pêlavên tangoyê ên Turkuaz, hem ji bo jinan hem ji bo mêran, cilûbergên dansê ji bo jinan, mîna mirov pê li cîhaneke dî dike li ber mirov disekinin. Li vê cihana nû, li hêwana ronî û fireh a navendê, du remzên nas ji hember de silavê li min dikin: Du portreyên mezin ên du hunermendên jin ên kevn ên Kurd bi ser du deriyan ve daleqandî ne û diyar dikin ku yek jê Salona Leyla Bedirxan yek jê Salona Meryem Xan e. Piştre fêr dibim ku li salona Leyla Bedirxanê dersên dansê û mîlonga (şevên tangoyê) tên li dar xistin û li a Meryemxanê jî –ew jî anegorî navê wê- dersên muzîkê tên dayîn. Helwest û piştevaniya Tango Medê a ji roja pêşî de bo zimanê Kurdî û kultura Kurdî di gelek çalakiyên wê de dixuyê, her wiha hemû daxuyanî û broşurên wê bi zimanê Kurdî jî çap dibin ligel zimanên dî. Lê vê dezgehê ti carî xwe ji ruhê tangoyê û axa ku ev dans û kultur lê şîn hatiye û jê belav bûye jî qut nekiriye: wêneyê muzîkjenê efsanewî ê tangoyê Carlos Gardel û Rosita Moreno ê di filîmê li Tango Bar (1935)ê de, çarçovekirî, li dîwarê hêwanê hilawistî ye.

STRANA KU HEŞT SAL IN LÊDIXE

Eger ez bibêjim kêş û hewaya wê derê ez şaş kirim ê kêm bimîne, ya rast, ez hîç ne li bendê bûm. Muzîkên tangoyê ên ku heşt sal in bê navber di bin vî banî de li bajarê Diyarbekir lêdidin, tevî ku wê gavê ders tine bû jî, li hêwana navendê bi aramî bilind dibûn. Stranên ku çiqas zehmetî û astengî kişandibin jî di heşt salan de carekê jî deng ji wan nebiriyabû û ranewestiyabûn, wek nîşana jiyanê, berxwedanê û liserpiyan-mayînê  bûn di serdemeke wiha de ku saziyên kultur û hunerî -çi ên ku gelek xebat kiribin çi jî ên ku zêde xebat nekiribin- gelekên wan hatine girtin. Kemalê ku heşt sal berê ji Bodrumê lêxistibû û hatibû vir û Kurdistanê wek ciyekî ku bi şev dihat mala xwe didît, ji her demê enerjîktir, bixîrettir û bihêvîtir bû. Halê nexweş ê li welêt, şer û perîşanî û derbiderî, zext û zordarî, hemû mişkuleyên ku ji serê her qorziyê serê xwe derdixistin, çong û qidûmên wî neşikandibûn. Camêrekî ji serî heta piyan bi hêvî û bi cehd û xebat li hember min bû: “Eger îro ji her rojê zehmettir be, îro ji her rojê bitalûketir be, îro ji do nexweştir, neewletir û nearamtir be, ev tê wê maneyê ku îro ji her rojê bêtir pêdiviya me bi hunerê heye,” digot, bi dengekî xurt û tije arezû.

“HUNERMEND LI KÛ NE, ÇIMA DIÇIN?”

Di vê dema ku bi raya wî ji her demê bêtir pêdivî bi hunerê û hunermendan heye de, Kemal Ciwan nerazî bû ji çûna hunermendan û nivîskaran ji bajêr. Her çiqas heq dida halê wan û hurmeta xwe çend caran destnîşan dikir ji bo biryara wan jî, bi gazin bû ku di demeke ku herî pirr ihtiyacî bi wan hebû de hunermend terka bajêr dikin, ji Kurdistanê derdikevin. Qebûl dikir ku hin îmkan li vir tine bûn, lê dupat dikir ku ên ku wan îmkanan biafirînin jî hunermend in. Dilgiraniya xwe venedişart: “Qey hunermend li kû ew îmkan hebe ê here wir? Jixwe tam jî di vê demê de pêwîst e em li ber xwe bidin, ji a xwe danekevin xwarê. Eger em ê bawer bikin ku huner nirxek e, ew dem ev dem e, divê a niha be. Herî pirr vê demê huner ji me re lazim e, eger em di vê demê de jî dev ji her tiştî berdin û herin mirov ê bêhnçikandî bibin, ê xelk wek zombiyan bigerin. Hem zor û sitema kapîtalîzmê a li ser mirovan û pirsgirêkên aborî ên ku mirovan difetisînin, hem aloziyên siyasî û ewlehî pêdiviya bi zimanê hunerê zêdetir dike.”

Kemal Ciwan Işık ne tenê hunermendek, hunerhezek û rêvebirekî karên kulturî ye, ew xemxurekî bajar û welatê ku lê dijî ye û bawer dike ku bajar, kûçe û kolan bi hebûna hunermendan dewlemend û rengîn dibin. Hez dike li kûçeyê li hunermendekî Kurd rast bê û silavê bidin hev. “Bo nimûne, çiqas xweş e gava carina ez li kûçeyê rastî Şener Özmen têm. Divê huner ti carî raneweste, reha wê neye birrîn û her tim li ser axa xwe biherike. Tişta ku hêvî û moralê dide mirovan ev e. Di serdemeke ku her kesî pêdivî bi hêvî û moralê heye de, divê hunermend li vir be, em gişt li ba hev bin û hêzê ji hev bigirin.” Bi fikar e ku kûçeyên ji hunerê û hunermendan vala dibin dikevin bin destê kesên zêde polîtîze, xwedî bîr û baweriyên hişk. Di nav re behs dike ku ji çûna min jî (2014) xemgîn bûye.

Meseleya ku wek meseleya azadiyê bi nav dike û wê wek destpêka her tiştî dibîne, bi gotina wî, bêyî ked û xebat û afirandin û axaftina hunermendan nabe. “Dema mesele tê dibe meseleya ewlehiyê huner luksa herî mezin e. Ji bo hilberandin (berhemanîn) û afirandineke bi kalîte a di warê çandî û hunerî de azadî xala destpêkê ye. Eger pirsgirêkên hunermendan ên azadiyê hebin jî ji dêvla ku biçin bila werin, em bigihên hev, vana biaxivin û bi dengekî bilind wan bibêjin.” Li gor wî, girêka kor li vir e. Eger girêka xirboqî li vir hatibe avêtin ancaq li vir bê vekirin. Bawer nake ku arîşe û meseleyên ji vir dizên li ciyekî dî bên çareser kirin. Pêşniyar dike ku hunermend pêşangehên xwe yên pêşî li vir vekin û hewil bidin ku bajêr cardî bibe navendeke cazib bo afirîner û hunermendan. Kêşeya azadiyê a ku ji çaralî de xeleka li dora mirovan teng kiriye, ji gotina pêşî a ku ez bi Kemal re dikim de dibe mijara sohbeta me û ev mesele, li vî şûnê ku min di serî de xwestibû tenê werim pirs û behsa tangoyê bikim, maweyeke dirêj me dibe û tîne. Dersa wî ya tangoyê, a ku ji saetekê kêmtir jê re mabû, ê ji ber dilgiraniya Kemal a di van meseleyan de bêyî wî dest pê bikira û me ê hîn gelekî guftûgo bikira li ser astengî û qeyrana ku qada çand û hunerê rû bi rûyî wan mabû. Gotineke ku di vê qisetê de li ser rewşa hunerê dike, mirov ji binî de dihejîne: “Halê siyaseta Kurdan çi be, halê hunera Kurdan jî ew e.”

 

“ROJEKÊ KÛÇE Ê DÎSA ŞÊN Û RENGÎN BIBIN”

Lêbelê vî karbidestê xwebexş ê Tango Medê bi hêvî ye, ji dil û can bawer e ku ruhê çêkirin û afirandinê li axa Mezopotamyayê heye, û eger hunermend herin jî, li ser milên hunerhezan be jî, ev çerx ê her tim bigere. Bi dupatkirineke zexm diyar dike ku bi girtina çend saziyan ê dev ji hunerê û hilberînê bernedin. Çunkî, bi qeneeta wî, mirovên vir ji berhemanînê hez dikin, jê zewqê digirin. “Gava van kesan şert û mercên baş afirandin kesên li derve jî ê werin. Mîna sûrên ku bi hezar salan li ser piyan mane, huner jî ê berdewam be.” Ji bo wî referansa herî girîng ew e ku mirovên ku ji vî bajarî, ji vî welatî hez dikin hene. Û ew kes ne tenê li vir in. Li gelek welatên ku geriyaye li wan rast hatiye. Kesên bi hesreta vir dişewitin, kesên ku kîjan rojê be dixwazin werin vir û kesên ku hêviya wan ev der e hene! Işık difikire ku “potansiyeleke me yî gelekî mezin a di her warê hunerê de heye. Em bi destê hev bigirin em dikarin gelek tiştan bikin ji bo ku hunermend vê potansiyela xwe bi kar bînin.”

Çend caran bi dengekî hêlî diyar dike ku pêdivî bi qadeke sivîl heye, bi ciyekî ku hunermendan bigihîne hev, ciyekî bêyî ku fikr û boçûnek li ser wan were ferzkirin hunermend azad bêne hiştin. “Ji xwe re bifikire, hê gelek hunermendên me hevdu nas nakin, haya wan ji hevdu tine.” Heta du sal şûn de, gava ketin deh saliya xwe, hêvî û xeyala Işık ew e ku akademiyekê ava bikin ku hemû hunermend tê de bi azadî bifikirin û biafirînin. Ji bo vê yekê hêvî û daxwaza wî ji karsazan heye ku ew jî bi aliyekî bigirin, destê xwe têxin bin vî barî û ciyekî bidin wan. Vê dezgeha ku di heşt salan de di zêdetirî 20 warên hunerê de perwerdehî daye û hîç nesekiniye, piştgiriyeke mezin ji kesên desthilat heq dike.

Guftûgoya bi vî maestroyê jîr û dilovan re careke dî anî bîra min ku çiqas pêdiviya me pê heye ku em di pencereya huner û hunermendan re jî li jiyana xwe, bajarê xwe û welatê xwe binerin. Nerîn û dîtina me a ku bi gotar û angajmanên siyasî qels û melûl bûye çiqas hewceyî reng û zimanekî çandî û hunerî ye. Li bajarekî ku her kes kêm-zêde şikestî, birîndar, dilşewitî, bêkêf û bêhêvî maye de Kemal Ciwan Işık bi heyecana rojên pêşî a ku li kûçeyên vî bajarî dans dikir de, bi serfirazî radigihîne ku: “Li dinyayê ciyê herî pirr xwe lê azad his dikim Kurdistan e.”

Gavek şûn de em vî beşê yekemîn diqedînin û Kemal radibe diçe Salona Leyla Bedirxan bo dersa tangoyê bide çend kesan. Ez jî di pey wî re dikevim vê salona ku rismê vê xatûna heja a dansker a ji binemaleke mezin û şikestî a yek ji mîrektiyên dawîn ên Kurdan li ser deriyê wê ye. Rîtma jiyanê û hunerê li sê dîwarên bi neynik ên salonê deng û reng vedide. Êdî dema dansê û muzîkê ye. Belkî azadî bi gaveke tangoyê dest pê dike.