Stranên gelerî di albûmeke enstrumental de kom kirin

Stranên gelerî di albûmeke enstrumental de kom kirin

Rojava News: Muzîkjenê Ciwan Muslih Uçar, piştî ku konserwatuwar qedand, stranên gelerî yên herêmê di albûmeke enstrumantal de kom kirin. Uçar, awazên radyoya êrîwanê di serî de, 8 kilam û qayîde, bi amûrên muzîkê yên cur bi cur lêxistine û di “Qêrîna” xwe ya “Bêdeng” de tomar kirine.

Kaniya Kewan, Siyabend û Xecê, Evdal û Gulê... Hunermendê ciwan Muslîh Uçar, piştî ku Konserwatuwara Zanîngeha Dîcleyê xilas kir, kilam û usûlên mûzîka herêmê, di albuma enstrumantal ya bi navê “Qêrîna Bêdeng” de dane hev.

Di albûmê de gelek amûrên wekî bilûr, zirne, duduk, mey, fîx hatine bikaranîn. Pirraniya awazan jî, ji gelên cîran û Radyoya Êriwanê hatine stendin.

Muzîkjen Muslîh Uçar diyar dike ku piştî vê, dê hin albûmên muzîka Kurdî jî çê bike.

Daxwaza wî ew e ku muzîka gelerî wenda nebe û bigîhîj nifşên nû.