Rojava News: Şîrketa Koreyî ya berhemên elektronîk a navdar Samsung hişyariyê dide mişteriyên xwe û dibêje, li kêleka televîzyonên nû yên Samsung behsa jiyana xwe ya taybet nekin!
Şîrketa Samsungê herî dawî curek televîzyon çêkiriye ku mirov dikare bi deng kanalên wê bide guhertin her wiha ew televîzyon dikarin guhdarî dengê derdora xwe jî bikin û tomar bikin.
Ji ber wê Samsung hişariyê dide mişteriyên xwe yên ku televîzyonên nû dikirrin û dibêje, dema hûn li televîzyonê dinêrin behsa jiyan û tiştên xwe yên taybet nekin, ji ber ku dibe ew tiştên taybet bikevin destê Samsungê yan jî “aliyê sêyemîn”.
Di hişyarnameya Samsungê de hatiye gotin ku televîzyonên nû guhdarî kesên ku li dora wê rûniştine da ku di nav dengê wan de fermanên ku jê re tên dayîn, nas bike.
Lê Samsung vê yekê jî dibêje ku ew ti carî dengên kesên ku bi televîzyonê re diaxifin, tomar nakin û nafiroşin.
