Li Amedê ji bo jinan xeta “Alo Şîdet”

Li Amedê ji bo jinan xeta “Alo Şîdet”

Rojava News:  Şaredariya Mezin ma bajarê Amedê, li Tirkiyeyê di dîroka şarevaniyê de tiştekî nû kir û Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan damezirand. Her weha amadekariya wê yekê dikin ku ji bo jinên nikarin derkevin derve û tundûtûjî li wna dibe ew ê xeta “Alo Şîdet” damezrînin.

 

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Yuksel Acer, der barê van xebatên ku hatine ber bidawîbûnê agahî dan. Acer bal kişand ku daîreya wan berî 8 mehan ji bo jin di jiyana civakî, siyasî û çandî de aktîftir bibin hatiye damezrandin û got ku ji bo ev wekheviya zayendî ya civakî li her derê berbelav bibe, ji bajaran heta gundan xebatên wan hene.

 

Acer da zanîn ku ew niha amadekariya wê yekê dikin ku ji bo jinên nikarin derkevin derve û tundûtûjî li wana dibe ew ê “xeta alo şîdet” damezrînin û got ku ew karkerên demsalî ku bi neçarî berê xwe didin rojavayê Tirkiyeyê da ku gepek nanî bixwin, ew ê hewl bidin ji bo wan kaniyan debarê çêkin ku li ser zeviyên xwe jiyara xwe bibin serî.