13:41:14
Rojava News: Yekemîn zilamê ducan ê brîtanî Hayden Cross, keçek anî dine.
Hayden Cross, bi rêgeza mê ji dayik bibû û paşî xwestibû bibe zilam. Bi rêze neştergeriyên bijîşkî Cross bû zilam lê bi tevê vê yekê jî ducan ma.
Hayden Cross ê 21 salî ciwaneke transeksûel e û navê keça xwe jî danî Trinity-Leigh.
Cross bi rêya avika Donor ducan bû û bi sezeryenê keçika xwe anî dine.
Zilamê brîtanî ji keça xwe re dibêje “Ew firîşteya min e.”
