Grava ku çûnûhatina jinê lê qedexeye ket lîsteya UNESCO!

Grava ku çûnûhatina jinê lê qedexeye ket lîsteya UNESCO!

 14:59:17

Rojava News: Li Japonya grava bi navê Okinoşima ku çûn a jinê lê qedexeye ket listeya UNESCO wek mîrasa cihanî.

ji çar grave li rojhilate bakurê Japonya Okinoşima  ji demek gelek kevn ta îro dibin qedexeyên olî de ye, û tenê rahîbê zilam dikarin biçin grave û ayînê olî cîbecî bikin.

Li Grava ku ji xwedawenda avê re hatiye nezirkirin perestgeha bi nave Munaka Taişa Okitsumiya hatiye avakirin û ji dema avakirin ta îro hîç jinek nekariye biçe beşdarî ayinên olî bibe û sedemê vê qedexeyê jî ta niha nehatiye eşkerekirin.

li gorî hin pisporan li demê berê di çûn û hatinê bexrevanê de gelek metirsî hebûn ji ber wê sedemên çûna jinan ji bo grave hatibû qedexekirin, lê sedema eslî ta niha nayê zanîn.

Ji aliyê din ve her zilamê ku ji bo ayînên olî derbasî grave bibê lezime pêşî xwe bi weşînê û piştre derbasî perestgehê bibe.

Grav her sal di 27ê heyva gulanê de ji bo ayînan tê vekirin tenê 200 kes dikarê biçê perestgehê.

Xwediyê grave dibêjê eger grava Okinoşima  derbasî Miratê Cîhanî yê UNESCO jî bibe qedexeya li ser jinan ji hole rana bê.