Rojava News: Li Hindistanê li dawete kê zava ji ber nexweşî kete erdê, bûkê jî ji nav vexwendî yê wê dawetê namzetek ji xwe re hilbijart û zewicî.
Zava yê bi navê Jugal Kişore nexweşiya xwe ya “bêhişî “ ji bûk û malbata wê veşarti bû, di nava dawetetê hat zanîn ku nexweşiya “bêhişî “ pê re heye
Li gor nuçeya Rojnama The Times of India li bakûrê eyaletê Uttar Pradisê bajarê Rampurê dema zava ji bo baxê gulan bide, ber bi bukê ve çû li ber cave hemû vexwendiya ji ser hişê xwe çû.
Piştî ku zava birin nexweşxanê bûka hêrsbûyî biryar da ku hevserê xwe bigurî. Ji nav namzedên mirovê zava teklîfa zewacê li xortekî din kir, piştî bersiva erenî li hemen salonê bi yekîdinre zewicî.
