Rojava News: Li gor nûçeyeke malpera Vîral Nobay a Emerîkî pênc pîrejinan li welatê Çînê jiyana xwe ji bo xwedîkirina 1300 kûçikan terxan kiriye.
Ew jinên pîr her sibehê radibin û 400 kîlo xwarinên taybet didin kûçikan û wekî ku di wêneyan de derdikeve kûçik bi hişyarî çaverêya xwarina xwe dikin.
Temenê pîrejinan jî di navbera 60-70 salî de ne.
Hêjayî gotinê ye cihê wan kûçikan ji aliyê xwebexşên wê navçeyê ve hatiye terxan kirin.
