Lîstikvanê navdar bi giranî birîndar bûye

Lîstikvanê navdar bi giranî birîndar bûye

Rojava News: Lîstikvanê sînemaya Amerîka, Harrison Ford di encama ketina balafira wî de, bi giranî birîndar bûye û ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. 

Serokê Saziya Vemirandina Agir li Los Ancgelesê, Patrick Butler ragihand ku pîlotê balafirê birîndar bûye û hin birînên wî sivikin û hin jî giran in, lê Butler negot ku ew pîlot, Harrison Ford e. 

Kurê Ford, Bean li ser Twittera xwe nivîsandiye ku bavê wî niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wî baş e. 

Balafira Harrison Ford yê 72 salî piştî ku ji balafirgeha Santa Monica firiya bi dûratiya nêzîkî 2 kîlometran li darekê ket û kete xwarê.  

Bi gotina berdeveke polîsê Los Ancgelesê, balafir ji ber sedemeke teknîkî ketiye xwarê. 

Ev ne cara yekê ye balafira lîstikvanê Harrison Ford dikeve xwarê. Di sala 1999 de helîkoptera Ford neçar bû dakeve xwarê.