Bi kurdî şanoya jixwebera

Bi kurdî şanoya jixwebera

Rojava News:  Li Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê dê lîstika şanoyê ya jixwebera ya kurdî bê lîstin.

 

Kordînatorê Projeyê Koray Tarhan di daxuyaniyaxwe de got;   di van salên dawîn de şanoya jixwebera li Tirkiyeyê gelekî pêş ket û bernameyên televîzyonê popularîteya şanoya jixwebera zêde kir.

 

Tarhan diyar kir ji bo ku şanoya kurdî ya jixwebera bê lîstin xebateke organîze dikin û qal kir ku hem lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin hem jî lîstikvanên ji derve tevî projeyê kirin.

 

Tarhan da zanîn ku xebatên şanoya jixwebera dê bi qasî 10 rojan berdewam bikin û got ku dê bi 30 lîstikvanan performansa xwe nîşan bidin.

Tarhan diyar kir ku dê beşdarî mihrîcana jixwebera ya ku dê li Stenbol bê lidarxistin bin û got "Lîstikvan dê wir bi kurdî, tirkî, almanî, îngilizî biaxivin û çîroka lîstikê bi hev re amade bikin. Di dawiyê de em hemû heman hestan hîs dikin. Em dê vê bikêşin dika şanoyê."

Tarhan got her kesî vedixwînin rapêşiya şanoya jixwebera ya kurdî.