Pîra herî pîr a dinyayê mir

Pîra herî pîr a dinyayê mir

 

Rojava News: Pîra herî pîr a dinyayê ya japonî Mîsao Okawaya mir.

 

Xebatkarê Osakyaya wargeha kal û pîran Tomohîro Okada got ku Okawaya 117 salî, çend hefte piştî rojbûna xwe ji ber nexweşiya dil mir.

 

Hat diyarkirin ku Okawa bi hizûr "wek ku bi xew re biçe" mir. Wê çaxê neviya wê û xebatkarên wargehê li balê bûn.

 

Mîsao Okawa, di 5ê adara 1898an de, li Osakaya bajarê Japonyayê ji dayik bû. Her wiha Okawa di sala 2013an de wek jina herî pîr a dinyayê hatibû îlankirin û navê wê ketibû pirtûka Rekorên Dinyayê ya Gûînnessê.

 

 Okawa di sala 1919an de zewicîbû, 2 qîz û lawekî wê hebûn.