Sîrka Arena ya ajalên hov li Êlih`ê ye

Sîrka Arena ya ajalên hov li Êlih`ê ye

Rojava News: Sîrka Arenayê ya ku têde Şêr, Hirç, Mar, Sêrbaz û Cambazên akrobasiyê hene li bajarê Êlih ya Bakurê Kurdistan`ê derket pêşiya temaşevanan.

 

Li Meydana Newrozê konekî mezin vegirtin û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşandanan da. Hin welatiyên ku berê bi tenê di belgefîlman de heywanên wehşî dîtibûn li sîrkê ji nêz va heywan dîtin û bi telefonên xwe wêneyên wan kişandin.

 

Kordînatora Sîrkê Hande Ulukuzê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku, li Turkiyê bi tenê sîrkeke heywanên hov heye û ew jî îro li bajarê Êlih`ê ye û ji ber vê gelekî kêfxweş in.

 

Ulukizê got: Kesên ku berê jî sîrk dîtibûn eleqeyeke mezin nîşan didin, emê 3 rojan li vê derê bimînin, beriya me jî hin hemkarên me hatine vê bajarî, lê belê pêşandanên bi qasî pêşandanên me dewlemend nebûne.

 

Bi sîrka dewletê ya Kazaxistanê ra peymana me heye, li Turkiyê sîrka bi şêr û hirç bi tenê ya me ye, em di vê çarçoveyê da dixwazin ku li tevahiyê Rojhilatê Anadoluyê bigerin.