Froka têhna rojê di geşta xwe ya yekê da gihişt Çînê

Froka têhna rojê di geşta xwe ya yekê da gihişt Çînê

 

 Rojava News: Froka bi têhna rojê kardike, di yekem geşta xwe da piştî 35 hezar kîlometir birîn, gihişte Çînê.

 

Li dûv nûçeyeka ajansa Royterz, yekem froka ku bi têhna rojê kardike, li 9 Adara îsal, li bajarê Ebuzebî li Îmaratê, geşta xwe destpêkirîye û di yekem westgeha rawestana xwe da, ew froke li welatê Çînê rawestîya û biryare ew froke li seranserî cîhanê bizivre, daku nîşan bide ku froke bi asanî dikare bi têhna rojê karbike.

 

Di dirustkirina vê frokê da 12 salan vekîşaye û giranîya wê 2 hezar kîlone û balên wê ji perên hemû frokên asayî pantir û mezintirin û lezatîya wê, 50 heta 100 kîlometrane di saetekê da û biryare li gizîrta hawayê, li wîlayetên yekgirtî yên Amerîka dawîyê bi geşta xwe bîne.