Li Diyarbekirê xwendekarên zanîngehê govenda aştiyê girtin.

Li Diyarbekirê xwendekarên zanîngehê govenda aştiyê girtin.

Rojava News: Zanîngeha Dîcleyê jî di nav de ji 20 zanîngehan xwendekarên ku di tîma govendê de dileyîzin li Diyarbekirê beşdarî "Şahiya Reqsên Gel ên Di Navbera Zanîngehan" bûn.

 

Nêzîkî hezar xwendekaran  li Qada Dagkapiyê bi hev re govend girtin. Welatiyên jî bi  xwendekaran re   govend girtin.

 

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun daxuyand ku ew kêfxweşin ku xwendekarên 20 zanîngehan li Diyarbekirê dikin mêvan.

 

Xwendekaran jî behsa pêvajoya çareseriyê û rewşa aramiyê kir û gotin ku ew bi govenda xwe ve peyama aştiyê didin.