RojavaNews : Di nava 6 mehan de 147 hezar bûyerên tirafîkê qewmîne.
Birêveberatiya polîsê hatûçûya Hewlêrê duh di kongereyekî rojnamevanî de eşkere kir ku niha hijmara tirimbîlan li Hewlêrê 629 hezar û 941 tirimbîle, û di nava 6 mehên derbasbûyî de jî zêdetir ji 5 hezar dîplomeyên ajovanî hatin dayîn.
Birêveberatiya polîsê tirafîkê ya Hewlêrê eşkere kir ku di nava 6 mehên derbasbûyî de bi giştî 147 hezar û 452 bûyerên cur bi cur qewmîne.
