Bav nahêle ekîpa rizgarkirinê keça dixeniqe rizgar bikin

Bav nahêle ekîpa rizgarkirinê keça dixeniqe rizgar bikin

Rojava News: Ragihandinên Emarat du roj beriya niha cih da nûçeyek sosret. Bavê ku xeniqandina keça xwe di nav avê de bi wê ku kesên xerîb û nemehrem dest bidê, tercih kir.

 

Li gor cîgirê beşa lêgerîn û rizgarkirinê ya Dubayê, Ehmed Berqîbe, bavekê hevjîn û zarokên xwe ji bo pîknîkê aniye qiraxa deryayê. Zarokên wî ji xwe re melevaniyê dikin ku ji nişkave dengê keçek ciwan tê û hawarê dike.

 

Dema ku kesên ji ekîpên rizgarkirinê ber bi deryayê ve diçin, bavê keça ciwan li pêşiya ekîpê digire û nahêlin ku mudaxile bikin û keça wî rizgar bikin.

 

Li gor Ehmed Berîqe bavê keça ciwan ji ekîpa rizgarkirinê re gotiye; ‘Ez tercih didim keça min bimire heta destê mêrên nemehrem û xerîb lê bikeve û namûsa min biherimînin.’ Berîqe diyar dike ku ger mudaxeleya bav nebûye niha ekîpa rizgarkirinê xwe pêre gihandibûn û keça ciwan niha sax bû.

 

Bavê keça ciwan ji aliyê polîsê Dubayê ve hatiye girtin. Dubay yek ji navendên ger û geştê ye û salê bi hezaran mirov ji seranserî cîhanê ber xwe didin vî bajarî.