RojavaNews :Rêveberîya niştmanî ya Amerîka ya zeryaya û bergê hewayî dîyar kir; meha Tîrmeha borî li hemî cîhanê gerimtirîn meh bû û sala 2015ê jî germtirîn sal bû heta niha hatîye tomar kirin.
Rêveberîya niştmanî ya Amerîka ya zerya û bergê hewayî di raporta xwe ya mehane da ragîhand; li meha tîrmeha bihorî bi rêjeyeka mezin pleyên germa zeryayan bilind bibûn û her ji sala 1880ê pleyên germê bi vî awayî li ser rûyê erdî bilind nebûne.
li gor wan datayên li ber destan wan çi sal di dîroka tepa erdî da wekî sala 2015ê di germ nebûn.
Tê zanîn li çendîn welatan wekî welatê Hind û Misir û Frensa gelek kes ji sedemên germê di vê salê da mirin.
09:47:58
