Zilamê lastîk bi karên xwe yên ecêb kete Guinnessê

Zilamê lastîk bi karên xwe yên ecêb kete Guinnessê

Rojava News :Cotyarekî Hindî piştî ku di xulkê de 60 dîskên DVD di nav milên xwe de şikandin, kete zanistnameya Guinnessê û bi ''Zilamê lastîk'' hate binavkirin.

Ramîhar Bonya yê 35 salî ji bajarê Banîbat ya Hindistanê dikare herdû milên xwe li hevdû bade û bigîne hev, û dikare milê xwe yê çepê li dora stûyê xwe bigerîne, û bi wî milî ji paş ve destê xwe bigîne guhê xwe yê çepê.

 

Bonya yekem car di sala 2011`an de kete Guinnessê piştî ku karî 41 dîskên DVD di 60 çirkê de bi milên xwe bişkîne. Lê careke din ew rekorda xwe şikand.