Rojava News: Her roja înê korsên fêrkirina zimanê kurdî ( di asta pêşketî de) li her yek ji kampa Dareşekran û Kewrekosk ê têne birêve diçin
Duho roja înê waneya duyem bû ji rêzbenda zimanê kurdî ya ku ji aliyê mamoste Xalid Cemîl Muhemed ve heftiyane tê birêvebirin li kampa Dareşekranê li hola Qedrîcan , her weha li kampa Kewrkoskê li hola Nûreddîn Zaza de .
Xalid Cemîl mamosteyê rêzmana kurdiye û xwe bexşandiye ji amadekirina gurûpeke mezin re ji mamosteyên rêzimana kurdî da ku di pêşerojê de bibine sîsika wêjekirin û fêrkirina zimanê dayikê , li gor gotina wî ku dibêje : zimanê kurdî hebûna meye da ku em hebin divê em xebatê ji zimanê kurdî re bikin weke erkekî netewî ji bo pêşerojeke çaktir.
Rifat Hacî
