Li Çînê ji bo internetê lêgerînên 5Gyê dest pê kir

Li Çînê ji bo internetê lêgerînên 5Gyê dest pê kir

Rojava News: Li Çînê di qada teknolojiya înterneta bêqablo ya 5Gyê de lêkolîn û testan dest pê kir.

Ajansa Şînhûayê di nûçeya xwe ya agahiyên wê spart Wezareta Teknolojiyên Zanist û Endustriyê ya Çînê de diyar kir ku di qada teknolojiya înterneta bêqablo ya 5Gyê ku wê kapasîteya daneyan û leza înternetê zêdetir be de xebatên lêkolîn û testan dest pê kirin û di sala 2020î de jî wê di vê qadê de xizmet bê dayîn.

Serokê Şaxa Lêkolîn-Pêşvebirina (AR-GE) 5Gyê Cao Şûmîn destnîşan kir ku armanca van test û lêkolînan ew e ku di qada damezrandina standartên 5Gyê ya kurewî û pêşvebirina endustriya telekomê de bi kêr bên.

Hat ragihandin ku xebatên di qada test û lêkolînan de wê heta 2018yan biqedin û bazirganiya 5Gyê jî di sala 2020î de wê dest pê bike û li piyaseyê cih bigire.

Ji hêla din ve li Çînê teknolojiya 4Gyê ji sala 2013an vir ve tê bikaranîn û di nav 905 milyonî zêdetir bikaranîrên înterneta mobîlê de 380 milyonê wî teknolojiya 4Gyê bi kar aniye.

Ji bo bikaranîna înternetê ya cîhazên mobîl ji ser teknolojiya 3Gyê di saniyeyê de 28 meqabît, di teknolojiya 4Gyê de di saniyeyê de 100 megabît tê şandin. Bi teknolojiya 5Gyê bendewarî ew e ku ev reqam derbikeve hezar megabîtî.