Tatlises Îbo tûşî rewşeke tenduristî aloz dibe

Tatlises Îbo tûşî rewşeke tenduristî aloz dibe

Rojava News: Şeva borî hunermedê bi nav û deng Birahîm Tatlises demjimêr 4ê berbangê tûşî rewşeke tendurustiya aloz hat , ya bû egera rakirina wî ji bo xestexaneya bajarê Ezmîrê li bakurî Kurdistanê .

Midyaya turkî ragihand ku Îbo dibin çavdêriyeke pizîşkiye himbiz deye .

Dr Elî Heyder Sucu Oglo perpirsê xestexanê ji tora Ixlas re got :" rewşa Îbo gelekî ber bijêr de bûye ji encama xwarina hin dermanên jankujiyê  , ku bîlerzî( hesasî) lê peydakiriye, lê em ber bi hêvîne ku berê wî li başbûnê be" .

Tê zanîn ku Tatlises temenê wî 59 salin ,û di ware hunerê de binavbange bi (imprator ) û bi sedan berhemên wî yên hunerî hene ji sitran û filman bi kurdî û tirkî , her weha ew yek ji navdartirîn bazirganên turkey ye  û hatibû armanckirin bi guleyeke terorkirinê berî 6 salan û felc bibû , û karê wî yê herî dawî di hunerê de ahenga wî û Şivan perwer bû bi amadebûna serok Barzaqnî û Erdoxan li amidê beriya du salan bû.

Rifat Hacî