Hirço Berazî li goristana nemiran a devera Barzan hate binaxkirin

Hirço Berazî li goristana nemiran a devera Barzan hate binaxkirin

Rojava News: Li goristana nemiran a devera Barzan li herêma Kurdistanê, roja Înê 08-01-2016an û bi beşdariya nûnerê serokê herêmê Mesûd Barzanî,termê kesayetiya niştimanî ya Kurd Hirço Berazî, yê ku berî 2 hefteyan li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da, hate binaxkirin.

Mihemed Ehmed Bakîr yê ku bi navê Hirço Berazî hate naskirin, di sala 1920an de li bajarê Hemayê ya Sûrî jidayik bûye, ew ji malbata Berazî ya navdar e, Hirço dibe pismamê Mihsin Berazî, yê ku serokwezîrê Sûriyê bû di dema serokatiya Hisnî Elzeîm de.

Di sala 1949an de, lîwa Samî Elhenawî li Hisnî El Zeîm bo desthiladariyê qulibî û ew ligel Mihsin Berazî bidar vekir, piştre serbaz Edîb Şîşeklî desthilatdarî bidest xist û Elhenawî çend mehan xiste zindanê, dema ku ew ji wê derket, û di sala 1950 de berê xwe da Beyrûtê, lê Hirço li wir ew bi 3 guleyan kuşt, û ew hate biçavkirin, û bi hetahetayî hate dadkirin.

Lê ew di sala 1953an de, bi biryarekê ji serokwezîrê Libnanî serbest hate berdan,.

Hirço poşman nebibû bo kuştina Elhenawî, û di hevdîtina xwe de ligel kenala Elcezîrî sala 2004an got ku, wî tola pismamê xwe stand.

Herweha Hirço Berazî di bajarê xwe yê Hemayê de bi (Hirço Axa) yan (Qebedayî) dihate naskirin, û ew ji malbateke Kurdî ya resen e.

Di roja sêşemê 23-12-2015an de li Emerîkayêî Hirço çû ber dilovaniya Xwedê, û li gorî tembiya wî, wî xwest ku li devera Barzan li Başûrê Kurdistanê, bête binaxkirin.

Di sibeha roja înê 08-01-2016an de, termê wî ji Emerîkayê bo Hewlêrê û bi pêşwaziya Şêx Xelat Barzanî,hate veguhestin, û bi cenazeyeke giranbuha li goristana nemiran, li nik Mela Mistefa Barzanî hate binaxkirin.

Di cenazeyê de, nûnerê Serokê herêmê, Ebdul Muîn Barzanî peyva serok xwend, herweha jî cîgirê serokê Dezgha Barzanî ya xêrxwaziyê, Mûsa Barzanî.

Peyva malbata Hirço, kurê wî yê mezin xwend, û hemû peyv li ser rola wî ya niştimanî, weke kesayetiyek welatperwer ji Rojavayê Kurdistnê, tekez kirin.

11:24:40