Serok Tanzanya: Nabe êdî jin cilên kurt li xwe bikin!

Serok Tanzanya: Nabe êdî jin cilên kurt li xwe bikin!

Rojava News: Li welatê Tanzanya, kinc û etekên kurt ji bo jinan hat qedexekirin.

Li gorî rojnameya Standard a Kenyayê, Serokomarê Tanzanya John Magûfûlî di fermanekê de kincên kurt ji bo jinan qedexe kiriye.

Li gorî nûçeyê, Serokomarê Tanzanya gotiye, dema jin kincên kurt li ber dikin dibin sedema “tehrîkkirina zilaman” û “zêdebûna nexweşiya AIDSê” lewma divê êdî jin wan kincan li ber nekin.

Hat gotin ku Serokomarê wî welatê Afrîqî 3 hefte mohlet daye jinan da ku tevahiya kincên xwe yên kurt ji nav bibin.

Çend meh berê jî li Tanzanyayê dansa bi navê “twerkîng” jî bi heman hêcetê hatibû qedexekirin.

Serokomarê Tanzanya, ku meha Mijdara par hat hilbijartin, pîrozkirina salvegera serxwebûna wî welatî jî qedexe kiribû û gotibû, dema mirovên me ji ber nexweşiya kolêra û birçîbûnê dimirin, şerm e em pereyê xwe ji bo van tiştan xerc bikin.

13:18:04