Bo sala duyem Festivala Berfê Li Hacî Omeranê birêve çû

Bo sala duyem Festivala Berfê Li Hacî Omeranê birêve çû

Rojava News: Li navçeya Hacî Omeranê ya Başûrê Kurdistanê “Festivala Berfê” birêve çû.

Ev sala duyem e ku welatiyên Hacî Omeran ji aliyê xwe ve “Festivala Berfê” birêve dibin

Di “Festivala Berfê” de welatî bi pêşbirka otomobîlan û lîstikên berfê beşdar dibin.

Dîroka festivalê bo sala 1957an vedigere, ku bi beşdariya lîstikvanên Ewropî yên şemitandina li ser berfê li çiyayê Kodo li Hacî Omeranê birêve diçû.

Welatiyên Hacî Omeranê jî bi coş beşdarî “Festivala Berfê” dibin.

12:19:37